34...
34...
Dema weşanê: Sermawêz 28, 2019, 1:18 Dîtin: 791

“Herin malê û çîrokan binivîsînin.”

wî got haaa ne min gotiye. Hûn dê bêjin: ”Gelo ew kî ye?”

 Xalo, li qonferansekê diaxivî. Ewqas dubare kir, ewqas ji dil got kete binhişê min û ez bi wî halî çûm malê. Min kir û nekir zora şîreta xalo nebir. Êdî divê min şîreta xalo berbiçav kiribane. Lê belê ew li ser dîkê bû, cihê wî xweş bû, şîreta wî ji min re bû ezab. Şeş saetan laşê min dixuriya, destên min ditevizîn… Wan zora min bir û ez çûm ser maseyê. Min gazî pênûsa xwe ya Bedirxan şikandî kir lê pênûs silava min wernegirt. Weke ku bibêje here “Zrîng!”ê bixwîne û dû re were gel min tiştek nedigote min. Axir min “Zrîng!” xwend û ketime şerê pênûsê. Lê çi şerê bawo!.. Ne hûn pey bikevin ne ez dê qala wî şerî ji we re bikim.

 Êdî min digot ez dê biçim razim, çênabe lê “îlhama bênamûs” dest da min, tiştin ji min re şandin. Hûn nizanin çiqas keyfa min hat. Weke zarokên li cejnan şekir top dikin ez dikeniyam. Bi Xwedê şûr simbelên min nedibirî. Lê “îlhama bênamûs” ev ken ji bo du sê xulekan dabû min. Min pênûs gava li ser lênûska xwe dilepitand ji nişke ve Roboskî hat bîra min. 27ê meha Berfanbarê bû lê 13 xulekî din dibû 28ê meha Berfanbarê ango Roja Roboskî…

 Êdî xaloyê qonferansê hat bîra min, gazinê min xilas nedibûn. Çi heqê te li min hebû zalim, te go:” Herin çîrokan binivîsînin.” û nexasim îro. Lê ez çi bikim belkî weke Elî Şerîatî ew jî dibêje:

      “ Ez hatim we nerihet bikim.”

Ez êdî nerihet bûm.

Li Roboskî bûm.

Li derya xwînê…

Li behra rondikan…

Li awzêma derdan…

Li rûbara xeman bûm.

Min li wêneyê Bedran û Mihemedê sêzdeh salî; Erkan, Orhan, Savaşê çardeh salî; Serhat, Karker, Celal, Bilal, Yuksel, Salêh û Şivanê şazdeh salî; Şervan, Vedat, Mahsun, Cemal û Aslanê hevdeh salî meyzand… Meyzand… Meyzand…

Giriyê min xwe negirt…

Tenê min digot: Rebiyo! Hêj zarok bûn! Hêj sebî bûn! Çawa bûbûn nîşana agirê asîmanan!

Dîsa xalo hat pêş çavên min. Gelo wî nizanîbû gava pênûs kete destê kurdê bêkes hesirê çavan dibe yê sisiyan!

Ez rawestiyam, min maseya ji rondikên min şil bûyî terk kir. Min berê xwe da pêjgehê û qehweya ji qehweya Dewrêşê Evdî girantir vexwar. Bawer dikim dema ku Dewrêş rahişt we qehweyê Edûlê, weke min û niha ne bi xembar bû.

Navên qurbaniyan di serê min de diçûn û dihatin. Bombebaranên 28.12.2011ê di serê min de rûdidan. Ew seqem û berfa wê roja tijê xwîn, laşe min diqerisand. Gazî û hawarên qurbaniyan mêjiyê min dîl girtibûn. Nûçeyên wê rojê li ber çavên min dihatin pêşkeş kirin. Û hawara dayîk û bavan, bi qerînên min re divejiyan.

Ax xalo!.. Ax keçelo!.. Ax pepûko!

Min digot tê qala wêjeya kurdî bike…

  Min çiqas dixwest çavên xwe bigrim û bikevim xewa şêrîn. Di xew de perî û keybanûyan bibînim, li qeraxê behrê xwe bidim ber tîrêjên rojê, di destê min î rastê de ava fêqî di destê çepê de romana Helîm Yûsiv an jî ya Hesenê Metê hebûna lê Roboskî nedihêlişt.

Bedran û egala wî nedihêliştin…

Awirên Mihemedî destûr nedidan…

Bejn û bal û delaliya Cemal rê nedida…

Bi yek devî digotin hema îşev bi me re be… Hema îşev bila şevberka me… Hema îşev bila civata te em bin…

Xew li min herimî min dizanîbû. Dengê şeva reş û pênûsa min tevlîhev dîbûn. Min ji şeva reş re çîrok dinivîsand we ji min re qala wan saetan dikir. Min ji wê re 34 çîrok nivîsandin, wê ji min re behsa 34an kir bes carekê…

Xwedayo!.. Ez bimrim!..

Piştî axaftina şeva reş ez dilerizîm. Çîrokên min xilas bûbûn lê gotina bavê Şervan ya ku di belgefîlma Roboskî de gotibû hate pêş çavên min:

___ Me du dîlekçe (daxwazname) xwe yî nivîsîne. Me dîlekçeyê xwe dayê Xwedê.

Ya ku ji destê min hat, heta ji min hat di nîvê şeva tarî de bi dengekî bilind min got : AMÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNNNN!..

Û berî ez pênûsê deynim cihê wê min xalo bibiranî. Lê ew car ez spasdar bûm.

 

Bi mîn in di nava deryaya kurdî de…