BİHÛŞTA AMÛDA ŞEWİTÎ
“Me got: Ey agir! Ji Brahîm re hênik û bi selamet be…” (Enbiya, 69)
Seydayê min ê ku ji bo serhildana Bedlîsê a 1913an koçî Amûdê kirî ji bo vê ayetê êdî zar bûbû. Her roj berî dersê min digot kerem bike û li dawiya dersê hema careke din Seyda… Ji Xwedayê xwe bawer bikin wî ders yek ji pêşengê serhildanê Şêx Şahabedîn ne standibane, dê her kêlî bi daran ketibane ser laşê min. Wî digot bes e min digot kerem bike Seydayê min…
Nizanim sedem çibû dema agir geş bû ev ayet hat bîra min. Min jî ev ayet digot her û her…
Ey agir! Ji Brahîm re hênik û bi selamet be…”
Ey agir!..
Ey agir!..
Ez vêga li ber çaleke 5137 mitroyan kûr dirûnim. Ez ne tenê me. Hin kes dibêjin em 183 kes in hin kes dibêjin 206, hin kes 283 kesan dihejmêrin hin kes jî dibêjin na em 293 zarok in. Xwedayê ku em anîne ber vê çalê tenê hejmara me dizane. Em li çalê dinêrin ew ên li çalê li me dinerin û ew rondikan dirêjînin. Ev 61 sal e em li ber vê çalê ne û endamên çalê çi roja dibore zêde dibin.
Deminan ev nekesên di çalê de dixwazin devê xwe vekin, bi me re bipeyîvin lê di we keliyê de peywirdarek devê wan digire û wan dibe we kêliya 13.11.1960an.
Rojinan berpirsiyarê me Mihemedê Seîd Axa ji me re çîrokan dibêje lê çîrokê wî bi tevahî li ser welat in. Ya ku em pê dikenin Mihemedê Seîd Axa çi çîrokê dibêje lêhengê we ligel me guhdariya çîroka xwe dike. We roja han çîroka Eyubiyan vedigot ji nişkê ve Rêzdar Silhedinê Eyubî xuya kir. Qîr dayê:
“Lawo Mihemed êdî bes e te ev zarok bi çîrokê me perişan kirin.” û beşişî.
Lê Mihemedê Seîd Axa Cenabê Silhedîn bêbersiv nehêlişt:
“Serdarê min ez çi bikim dibêjin heft çîrokên hirçê hene her heft li ser hirmiyê ne.”
Ey agir! Ji Brahîm re hênik û bi selamet be…”
Ey agir!..
Ey agir!..
Biborin carinan wiha li me tê, em jî weke Mihemedê Seîd Axa çîrokê xwe temam nakin. Agir geş bû û me hemûyan bi deverekê ve bazda. Hinan ji me li deriyan dida hinan hêvî û rica ji her du lêşkerê Be’sê dikirin hinan ji me destê xwe vekiribûn ji Xwedayê xwe re dia dikirin. Mixabin derî venebûn hêvî û rica sûd wernegirt diayan deng ne dida… Mamosteyên me em temaşa dikirin û bi dengekî hovane dikeniyan. Yekî alîkariya zarokan nedikir, tevahî bûbûn zebanîyên Şehrazadê. Agir geş dibû, her dever her cih di nava dû de mabû.
Ey agir! Ji Brahîm re hênik û bi selamet be…”
Ey agir!..
Ey agir!..
Piştî demekê dengê du fîşekan hat û her du lêşkerê Be’sê wendabûn. Ji ber derî dengê Mihemedê Seîd Axa hat. Qîr dikir, gazî dikir, hawar dikir û li rihekî li canekî digeriya. Kê ji me didît, rastî kê dihat em diderxistin ji dervayê sînemayê. Dû û dûmana sînemaya Amûdê ya bi navê Şehrazadê li Amûda şewitî belav dibû. Dê û bavên me jî hatin ber sinemayê lê tu kesî ji bilî Mihemedê Seîd Axa newêrîbû bikeve nava agirê sotî. Mihemedê Seîd Axa em tev xilas nekiribin jî gelek ji me saya wî ji şewitandinê xilas bûn.
Ey agir! Ji Brahîm re hênik û bi selamet be…”
Ey agir!..
Ey agir!..
Dem diborî û laşe me yî nûciwan xwe li ber agir nedigirt êdî. Mihemedê Seîd Axa li ber xwe dida lê gava dîwarê sînemayê pê de ket ew jî bûbû yek ji me. Xelaskarê me dibû rêhevalê me… Hêvî şewitîn, rica li pişt derî man, dia bûne bêdiayî û dîsa ew ayet lê...
Vê carê ne min digot seydayê min li pêşiya sînemayê dixwênd. Ew seydayê li Bedlîsê ji bo yî Mela Selîm, Şêx Şehabedîn û Seyid Elî negirîbû a niha ji bo min û hevalê min digirî.
---Were ez qurban! Derkev bela serê min! Soz û ehdê Xweda bin ez dê her kêlî ji te ra wê ayetê bixwênim…
Lê ne ez ne hevalê min yên mayî û ne xelaskarê me Mihemedê Seîd Axa ji Sînemaya Amûdê derketin. Em ji dojeha Amûdê ber bi bihûşta Xweda ve çûn. Me çavê xwe li bin afîşa “Bihûşta Amûda Şewitî” vekir.