Pênûs...
Pênûs...
Dema weşanê: Nîsan 19, 2020, 5:26 Dîtin: 751

                                               PÊNÛS…

Şeveke nîsanê bû. Nivîskarek û destebirakê wî li ber Dîclêyê digeriyan. Axaftina wan didomiya bênavber. Geh nivîskar diaxivî geh hevalê wî. Çaya xwe ya semawer dem didan û divexwarin. Çay bi çayê axaftin bi axaftinê didomiya. Carinan kevir diavêtin çem carinan tora masiya. Bayekî hênik rûyê wan sor kiribû lê dema dicemidîn bi hilma semawer xwe germ dikirin. Semawer bûbû beyta wan derdora we de diçûn û dihatin. Tewafa wan ji dagirtina çayê bû. Her qurta çayê dibû perçeyek ji axaftinê. Axaftineke sivik, xweş, hêdî û bi dilrehm bû. Lê di dema destebira ev hevok got:

“Birako! Ez hêvî dikim hinekî ji evînê biaxive, di nivîsê xwe de qala ken bike, bila xwînerê te di nivîsê te de hawîrdora xwe ya xweş bibînin, dema me nivîsa te xwend êdî em dilbikul nebin. Bi kurt û kurmancî me şa bike!”

Nivîskarê me pir aciz bû. Li çavê hevalê xwe nêrî û bi tundî dest bi axaftina xwe kir:

Na birê min na! Ez nikarime pênûsa xwe! Pênûsa min rê nade min ez deşt û newalan, bajar û gundan, ken û rûkenan binivîsim.

Gelo ma ez naxwazim porê Leylayan bineqşînim di nava çolan de bi awazê Xanî?

Gelo ma ez naxwazim rajime destê Zînê biçim nav Birca Belek û Newroza evînê pîroz bikim?

Gelo ma ez naxwazim li serê Sîpanê Xelatê ji bo Xeca xwe herime nêçîra karxezalên dîn û har?

Gelo ma ez naxwazim Delala dilê xwe li Hedban siwar bikim û ji Qerecdaxê heta Lalişê şevbiherkekê lidarbixim?

Gelo ma ez naxwazim bajar bajar, kolan kolan, mal mal bi Zembilfiroşa xwe re zembilê eşqê diyarî evîndaran bikim? 

û

Gelo ma ez naxwazim bi Zelîxaya xwe re li Misrê di nava bîran de textekî xwe ava bikim?

Lê bira pênûs nahêle! Mibtelayê derd e ev pênûs. Gava çû ser wê lênûska zer, dibe êş û li ser dilê min diçe û tê. Naxwe min jî dikarîbû bibejime delalekê

                                    Berx ez im Smaîl kî ye

                                    Hec tu yî Kabe çi ye?..

Lê pênûsa bêbext nahêle ez xweşbext bibim. Nahêle xwînerê min ji delalê/a xwe re nivîsê min ê evînê rê bikin.

Axaftin, wiha dom dikir lê tora wan dilepitî. Nivîskar bi lez û bez baz da çû bi torê ve. Tor kişand, têra xwe masî girtîbûn. Sîtîla xwe dagirt ji masiyan. Hevalê wî lê dinerî. Ji xwe şerm dikir. Destebirayê wî ji eşqê, xwe wenda kiribû û wî nizanîbû. Nivîskar gava dirahişt torê bi çavên Mecnûnî, li masiyan dinerî. Devê sîtîlê girt û hat rêx destebirayê xwe. Dîsa domand:

                Ev pênûsa zalim dilê min reş kiriye ji jiyanê ji delalan ji dinyayê. Lênûska min a zer êdî dema pênûsê dibîne rengê xwe diguherîne û reş dibe. Pênûs jê re bûye neşter… lê ev neşter ne ya jiyanê ye ne ya Hekîm Luqman e tenê ya mirinê ye.

                Na birê min na! Ma bi dilê min e ez xwe roj bi roj bikûjim, roj bi roj pîr bibim lê pênûsê mefer ji min standiye. Ez kirime bêjerê derdê xwe. Ew dibêje ez dinîvisim, ew dinivîse ez dixwînim. Ez êdî amûrê pênûsa xwe me, ez ne ez im bira. Weke min gotî ez jî dixwazim bibêjime porxelekeke Serhedî :

                                            Rind ez im Behlûl kî ye

       Heq tu yî Xellac çi ye?..

lê ez hepsî me bira, hepsiyekî bêdad û bêparêzer. Nikarim giliyê we ji tu kesî re bikim, nikarim dozê lê vekim, nikarim xwe biparêzim. Bira gava tu ketî destê vê pênûsê êdî tu dibe weke Xellac û tu xwe ji bîr dikî. Yên fermana te bidin jî nizanin çi çi ye.

Na bira na! Pênûsa min bûye kûjera min. Ew rojinan xwe weke xencera Celadet rojinan xwe weke pênûsa Xanî dibîne. Gelo naye bîra te me pev re şîroveya Mem û Zîna Xanî dikir. Di wan rûpelên dawî de pênûsa Xanî diaxivî û ders dida me. Pênûsa min jî dibêje tu çawa neviyê Xanî yî, ez jî neviyê pênûsa wî me. Divê ez biaxivim û divê tu bibe zimanê min. Carna ez jî weke Xanî dibêjime:

                               Ey xame te jî gelek dirêj kir

                               Ev name bes e te pir qirêj kir

 

                               Herçendi kelam şubhê dur bit

                               Bêqedr dibit dema ku pur bit

 

lê ew jî ji Mem û Zînê bersiva min dide:

                        Katib qelemê diket siyahkar

                        Sazende ye ney ji dest bi hawar…

                Axaftin, êdî bêwate bû ji destebirayê nivîskar re. Dizanîbû hevalê wî li gerdûneke din dijî û nivîsên wî ji kaniya Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Siyahpoş, Baba Tahir, Şikriyê Bedlisî, Qedrîcan, Bazidî, Bateyî hwd. tê. Bi nexweşiya Siyabend, Mem, Dewrêş û Qeys ketiye, axaftin bêwate ye. Çaya xwe qedand, semawerê xwe şûşt û tiştên xwe kirine wesayîtê de. 

                Bi mîn in di deryaya Kurdî de…

(Û ji destê we were, karê we tunebe di malê xwe de bi mîn in)