û 14… 15… … 17… 18…
14… 15… … 17… 18…
Tahir, ajandaya Berken vekir û li navê dimeyzand. Hemû rûpel bi rekûpek bûn. Çi kiriye, çi nekiriye, tiştên kêm û zêde hemû roj bi roj tomar kirine. Keyfa Tahir pir ji vê yekê re hat. Yekem kurdê bi rekûpek bû Berken li gor Tahir. Lê gava hate meha adarê tiştekî bala wî kişand. Roja 16an tunebû di nava ajandayê de. 16ê Adarê diyar bû ku hatiye qetandin. Hêj şûna qetandine diyar bû li nav ajandayê de. Tahir xwe negirt û gazî Berken kir:
___ Kak can, tu her hebî! Helal be ji te re! Ez te pîroz dikim. Jiyana te bi tevahî li gor pergalekê ye. Ez dizanim ji bo yî Helebceyê ye lê çima te ev rûpel qetandiye?
Berken keserek kişand. Kesereke tije kul û derd… Kesereke tije êş û jan… û axivî bi dilê xwe ne bi devê xwe:
___ Ezîzê min! 16ê Adarê ji min re tune ye! Êdî ez we rojê najîm! Ew roj 16ê Adara 1988an mir! Gava bêhna sêvan kete pozê min ji min re ew roj mir kak…
___Qisûra min ne meyzîne kak. Min nizan…
Lê Berkenê Helebceyî mefer neda Tahir û bi dengekî kelegirî domand:
___ Mir kak mir! Ew roj 16ê Adara 1988an mir.
Gava ez û malbata xwe me xwe berdayî jêrzêmîna (bodrum) mala xwe ji me re mir kak!..
Gava her sê xwîşkên min bi devekî digotin: Hawar bawo, hawar daye can! Ji min re mir kak!..
Berken digot û Tahir digirî. Bawer nedikir ku hevalê wî ev yek ji wî veşartibe. Destê xwe bir ber çavên xwe rondikên xwe paqij dikirin Tahir. Ji xwe fedî dikir. Çawa bi vê yekê nehesiyabû? Lê Berken hêj gotinê xwe neqedandibûn:
___ Mir kak 16 Adarê mir! Belkî dinya nizanibe lê çawa tu û kurdên din nizanin! 16 Adarê ji me re mir we rojê! Gava min awirên xwîşkên xwe yên dawî dîtin mir! Tahir can, ji we zortir bû gava min her sê bi destê xwe veşartin. Berî veşêrim min cilê bûkaniyê li wan kir û li ser her sêyan min ji dewsa diya xwe “tilîlî”yek da. A ha hingî mir kak…
Berken, diaxivî lê diyar bû rihê wî li we rojê bû. Her gotinekê wî jê re weke barekî giran dihat. Lê gava qala xwîşkên xwe kir êdî xwe negirt û dilerîzî. Hêstirên ku digirtin weke ava rubaran didaketin ser rûyê wî. Heta peyva “tilîlî”yê ji devê wî derket du-sê caran li ber xwe da. Tahir rawestiyabû, mat mabû. Deng jê nedihat. Dizanîbû ew biaxive dê Berken wî guhdar neke. Ya jê hat qedeha avê rahiştiyê û av da lêvên xwe yên ziwa bûyî. Berken nedirawestiya weke bendavên devikên wan vebûyî:
___ Mir Kak Tahir mir!.. Ew roja bihar tawanbar kirî ji min re mir! Gava di jêrzemîna mala me de bavê min li pêşberî min rihê xwe teslîmî bêhna sêvan kir mir!.. Ew bavê piştî sê keçan kurekî wî çêbûyî li pêşberî wî kurê bêbext û bêkesmayî rihê xwe teslîmî balafirên kimyewî kir. Kak Serhed, qerînên bavê min hêj di gûhê min de ne. Piştî bêhna sêvan pêşiyê kef ji deve bavê min derket. Qerîya, çavên wî sor bûn, kef ji devê wî hat û hej wisa bangî min kir û got: “Mala min emanetî te kurê min. Li wan xwedî derbikeve. Divê tu sax bimîne lawê min!” Ev gotin bi zorê ji devê wî derketin . Kefa devê wî min paqij kir û destê wî ramûsand. Lê…
Tahir, ji berîka xwe çixare xwe derxist. Pêşiyê da Berken, bi niftikê çixareya wî pêkir, dû re ya xwe pêkir. Kişand, kişand, kişand û her kişand… Dûyê çixare laşe wi bi tevahî geriya. Ji devê wî heta tiliyê piyê wî ev çixare dikşandin. Di her kişandinê de bavê Berken dihate ber çavên wî, di her firtê de xwîşkên Berken gazî wî dikirin. Dû, bi xwe re kezeba Tahir jî dibir. Di wan deman de newerîbû li Berken binêre. Dixwest wî bi derdê wî re rûbirû bihêle. Çixare qediya û Berken yekê din jê xwest. Tahir jê re pêkir û da destê wî. Berken çixare kire devê xwe û domand:
___ Te fam kir Tahir, 16ê Adarê mir!
___ Belê kak.
___ Ji Japonan re 6 û 9ên Tebaxê tûne ne ji min re jî 16 Adarê.
___ ---
___ Diya min bû şehida dawî kak. Gava dît deng ji bavê min naye xwe gihande wî. Tehf dida, dilepitand, du sê şeqam li rûyê wî dan lê bavê min bersiv nedida. Diya min bêhna sêvan jibîr kir û kete şîna bavê min de. Êdî haya we ji we tûnebû. Girî û hawarê we digihaşt asîmanan lê tu kes nedihate bi me ve. Lê dayika min e feqîr ezabê xwe hêj ne borandibû. Xwîşkên min yek û yek şehid ketin, dayîka min her diçû ser wan lê yek ji wan baş nedibû. Min û wê hemû tişt kirin lê me yek jî xilas nekir. Dawiyê nizanim ji bêhna sêvan nizanim ji qehra serê xwe danî ser çoka min. Berê xwe da min û got: “Kurê min, Berkenê min, birayê sê xezalê min, kurê bavê xwe wa ez jî diçim. Min li rex bavê xwe veşere û xezalên min jî bila ligel min bin. Gava te ew veşartin ji bîr meke “tilîlî”yekê bide.” û Tahir can, bi van gotinan diya min rawestiya. Çavê we wisa man û destê we di nava destê min de man.
---
Berken, piştî wan gotinan tiştek negot û çû jûrêya xwe. Derî girt û denge giriyê wi dihat guhê Tahir. Tahir, bi tenê mabû. Çixare di destê wî de çû xwe gêr kir. Difikirî çima gelo?