Xwediyê Gavên Biçûk
Xwediyê Gavên Biçûk
Dema weşanê: Gulan 24, 2020, 8:31 Dîtin: 1959

Roja cejnê bû. Dê her kes derketibane nav qadan. Qerîna zarokan dê ji nava hewşan belav bibûna. Dê zarok bi şekiran ketibane pêşbaziyan. Hinan dê cejna porxelekan pîroz bikira hinan dê Siyamendê xwe bi cilûbergên nû pêşwazî bikira. Lê li taxa xwediyê gavên biçûk gurmîniyek belav bû…

Gurmîniya derî li taxê belav bû û xwediyê gavên biçûk ji hewşê xwe avêt nava kolanê.

Direviya… Direviya… Direviya…

Baz dida… Gavên biçûk bi gavên Bozê Revan re diket pêşbaziyê. Yên li pey diketin qîr dikirin, gazî dikirin lê xwediyê gavên biçûk nedirawestiya. Tim baz dida tim direviya…

Gavên biçûk, riya xwediyê gavên biçûk nişanî wî didan. Kêlî bi kêlî dem bi dem gavên wî mezintir dibûn. Berê xwe kêlînan dida gola şîn û bi asîmanên heft rengî re diaxivî di reva xwe de. Gavên biçûk, hînî bazdanê bûbû bi saya lîstika birkê ya çolên Merdînê. Lê ev rev ev gav li  lêyistka birkê bûna dê her peşbaziyê de serketibûya.

Xwediyê gavên biçûk gihaşte serê kolana Şemdînê kurê Sêva Mêremê. Xwêdana wî diket nava çavên wî. Rûyê wî yê esmer ji xwêdanê û betlandinê weke rûyên koçerê Serhedê sor bûbû. Rû paqij dikir çav tije xwêdan dibû; çav diguvaşt enî di nava lehiyê de dima. Xaniyê Şemdîn dît û ew reva weke ya Hedbanê Dewrêşî di derbekê de rawestiya. Belkî jî Şemdîn ji qîrûmîra kolanê derketibû şibakê. Çavên xwediyê gavên biçûk, bi çavên Şemdînê kurê Sêva Mêremê ketin. Bi awirina rihşkestî li Şemdîn temaşê dikir. Şemdînî rondikên çavên şîn hêdî hêdî dibarandin. Xwediyê gavên biçûk serê xwe tewand û reviya… reviya… reviya…

Piştî awirên Şemdînê kurê Sêva Mêremê li pey xwe hêliştin gavên biçûk mezintir bûn. Mezinbûna gavan barana xwêdanê jî bi xwe re dianî. Serê wî tevlîhev dibû. Tenê pirsek dikir: Çima, çima, çima, çima? …

Di reva xwe de bîrek dît. Eql zora wî bir û çû ber bîrê. Serê xwe da ber lûleya bîrê. Serma ava bîrê hinavên sotî diperitandin. Dengê bîrê dibîhist xwediyê gavên biçûk. Ji bilî “zimanên nayê famkirin” tu ziman nedizanî lê ev zimanê Kenanî fam kiribû. Hêj negihatî xatir ji wî zimanê jê re bûyî star bixwaze reva xwe domand.

Hindik mabû lê gavên biçûk lez dikirin. Gavên biçûk, dikarîbûn xwediyê gavên biçûk. Li wê bîra Kenanî behna xwe berda bû, laşe xwe hênik kiribû. Xwêdanê dîsa zora wî biribû. Bi tiliya xwe ya şehadetê xwêdana xwe ya li ser birûyên xwe ji çavên xwe dûr dikir û baz dida, baz dida, baz dida…

Deng dihat guhê wî. Dengekî bilind, dengekî Dawûdî lê ji wî dengî qet hez nekir. Ew deng jê re bû dengê qijakên li nav erdê beyar yên Rihayê. Direviya di reva xwe de dixwest wî dengê Dawûdî asteng bike lê didomand xwediyê deng.

Gavên biçûk gihaşte ber derî. Ber derî tije mirov bûn, hemûyan yên din dehf didan. Hilhila xwediyê gavên biçûk şerê di navbera wan de bi agirbesteke demkî rawestand. Rê didan gavên biçûk. Hemû çav, hemû awir li ser xwediyê gavên biçûk bûn. Olana “weytî” ji devê dayîkên tirhîreş dernediket. Devê xwe bi tirhiyên xwe digirtin, olanên xwe weke orkestrayên Viyanayê bi awazekî bilind dikirin. Keçên – ne jinên ciwan- bêguneh “rebeno” kiribûn zikra xwe mîna sofiyên dergehan. Xwediyê gavên biçûk guhê xwe ji malê ve girtibû, denge tiştekî nedikir. Ji derî borî, bazdana wî piştî derî bû pêşbaziya bi asteng a 100 metreyî. Carna xwe diqewast carna rastûrast dibeziya. Dengê Dawûdî pir nêz dihat. Ev deng, dengê Melayê Mizgefta Mezin a Amedê Mela Smaîlê Serhedî bû:

                ___ Gelî mirovan!..

Xwediyê gavên biçûk hatibû dawiya maratona xwe. Gavên biçûk rawestiyan. Derdora xwe seh dikir. Destê civatê di ber wan de bû, serê wan ber bi jor ve bû.  Wî li axê dinêrî. Axa pîroz bi du dilopên xwînê sor bûbû. Xwe gihande axa sor bûyî. Rûnişt, li ber axê.

Seyda didomand:

                ___ Wa kurê Sêvê!

Xwediyê gavên biçûk rahişt axê… Axa sor di nava her du destên wî de bû. Ji nişkê ve ax kire nava devê xwe û bi dengekî qîriya:

             ___ Cejna te pîroz be bavo!..